Şahê Îranê banga hilweşandina rejîmê kir
Şahê Îranê yê nefîkirî di nav aloziyên Îran û Îsraîlê de bang li xelkên Îranê kir ku rejîma melayên Îranê hilweşînin.
Şahê nefîkirî yê Îranê Riza Pehlewî, di daxûyaniya xwe ya medya civakî X de, ji bo rûxandina rejîma Îranê daxwaza çalakiyên hevbeş kir. Pehlewî di daxûyaniya xwe de bertek nîşanî kiryarên rejîma Îranê da û cudahiya di navbera xwestekên rejîmê û daxwazên gelê Îranê de anî zimên.
Riza Pehlewî di daxuyaniya xwe de got: “Şerê Xamineyî û Pasdarên wî yê bi Îsraîlê re ne şerê gelê Îranê ye. Lê belê rejîma ku Îraniyan ji bo xwe wek mertalên zindî bi kar tîne wê berdêla 45 salên dawî bide”. Pehlewî her wiha got: “Çarenûsa Îranî û Îsraîlî bi dijminekî hevpar, rejîma Îranê ve girêdayî bûye, ku her du netewe li hember wê daxwaza aştiyê dikin”.
Pehlewî bal kişand ser hewla nû ya polîsên Îranê û anî zimên “êrîşa li ser Israîlê û êrîşên li ser jinên Îranî êrîşên hevdem in”.
Pehlewî herweha di daxuyaniya xwe de bang li artêşa Îranê jî kir û daxwaz ji wan kir ku li ser sozdariya xwe ji nû ve bifikirin û bi gelê Îranê re bibin yek.