Şahavan Abdullah: Bêyî PDKê hilbijartin çênabe
Alîkarê Serokê Meclisa Nûneran a Iraqê Şehavan Ebdullah diyar kir ku hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bêyî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) nayê kirin.
Ebdullah daxuyaniyek da çapemeniyê û got: “Berî serdana serokwezîr Mihemed Şîa el-Sudanî bo Amerîkayê, di civîna Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê de du mijar hatin rojevê ku yek ji wan jî mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bû. Sûdanî got ku ew bi biryar in pirsgirêkê çareser bikin û nedana mûçeyan wek şermek mezin bi nav kir”.
Di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de jî Ebdullah got: “Pêwîste hilbijartin bi beşdariya hemû aliyên siyasî bê kirin. Partiya Demokrata Kurdistanê nêrînên xwe yên cidî li ser hilbijartinan heye”.
Ebdullah herweha got: “Partiya Demokrata Kurdistanê di qada siyasî de hêzek mezin e û bêyî PDKê hilbijartin nayên kirin. Ev mijareke ku hemû aliyên Bexdayê li ber çavan digirin. Ji bo van nirxandinan li ber çavan bigirin em bi komîsyona hilbijartinê re nîqaşên xwe didomînin. Ji ber ku pirsgirêkên teknîkî hene, wek mînak bêparkirina 400 hezar hilbijêran binpêkirina destûra bingehîn e”.