Rûsya: Li Efrînê bi sedan jin û zarok hatine kuştin û birîndarkirin

Di erbarê êrişa Tirkiyê ya li ser Efrînê de, Rûsyayê helwesteke cuda li hember rewşa Efrînê nîşan da. Moskowê ragihand, di encama êrişên Tirkiyê yên li ser Efrînê de bi sedan kes hatine kuştin û birîndarkirin, ku piraniya wan jin û zarok in.Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di konfransa rojnamevanî ya xwe ya heftane de ragihand, di 10 rojên operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de, tevî welatiyên sivîl bi sedan kes hatine kuştin.Zaxarova got: “Rayedarên tirk radigihînin, operasyona leşkerî ya kuroja 20 mehê li dijî YPG û PYDê daye destpêkirin bi rêziknameya NYyê ya mafê xweparastina dewletan û tunekirina komên terorîst re guncav e. Li gor amarên ku hatine ragihandin, di heyama 10 rojên operasyonê de di encama pêvçûnan de hejmara kuştiyan gihîştiye sedan kesan.”Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê da xuyakirin, ku rewşa li bakurê Sûriyê nîgeraniyeke cidî çêdike û got ew bi awayekê berdewam rewşa li herêma Efrînê û bakurê Sûriyê dişopînin.Mariya Zaxarova herwiha diyar kir, Moskow di çarçoveya operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê de bang li aliyan dikem ku bi pîvan tevbigerin.