Rusya ji parçebûna Suriye ditirse
Ji Serkirdeyên ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku şandeke ENKS derbarê Navçeya Aram û rol û mafên Kurdan dê ligel Wezareta Derve ya Almanya bicive. Biro herwiha dibêje, li Rûsya tirsa ji perçebûna Sûriyê hebû.
Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Weku ENKS me dest bi serdana welatên bi bandor di rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de kiriye, ji bo gotûbêjkirina guhertinên ku çêdibin û Navçeya Aram. Ji bo wê pirsê jî me serdana Mosko û Washington kir, me li wir nêrîna Amerîka û Rûsya wergirt û me projeya xwe pêşkêşî wan kir, ku divê ENKS roleke sereke di Navçeya Aram de hebe.”
Biro wiha got: “Li Rûsya tirsa ji perçebûna dewleta Sûriyê hebû, lê ew ligel wê yekê bûn ku mafê gelê Kurd di Destûrê Sûriyê de parastî be. Li Washington jî behsa rêkeftina xwe ligel Tirkiyê kirin, ku li ser 3 qonaxan bi Tirkiyê re lihev kirine. Ew jî Navçeya Aram e ji Girê Sipî heya Serêkaniyê, ku nêzîkî 100 km e. Piştre jî ji Girê Sipî heya Çemê Ferat dibe. Qonaxa sêyem jî ji Serêkaniyê destpê dike heya Çemê Dîcle û sînorê Herêma Kurdistanê bi kurahiya 5 heya 14 km.”
Îbrahîm Biro wiha domand: “Li Navçeya Aram nabe hêzên PYD û YPG hebin. Divê çekên giran jî 20 km dûrî sînorê Tirkiyê bin. Ji bo rêveberiya wê navçeyê jî Amerîka dixwaze Kurd û Kurd lihev bikin û Kurd û pêkhateyên navçeyê rêvebriya navçeyê bikin. Bi vê yekê jî metirsiya şer namîne. Amerîka jî ji me re got ku dê tenê xelkê navçeyê vegerin Navçeya Aram û ne wek tê gotin ku dê penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê hemû vegerin Navçeya Aram. Me daxwaz ji Amerîka kir ku ENKS roleke siyasî û leşkerî û îdarî li Navçeya Aram bibîne.”
Biro wiha got: “Îro şandeke ENKSê ligel Wezareta Derve ya Almanya dicive û di rojên bê de ligel Fransa û çend welatên din jî li ser heman pirsan dicive.”