Ev romana bi navê Kêra Ko ku ji 413 rûpelan pêkhatiye, wek navê xwe yê balkêş, naveroka wê jî her wisa balkêş e. Di romanê de ji xweşî û delaliya xwezaya Kurdistanê zêdetir, rewşa civaka Kurd bi taybetî jî ya jina Kurd bi awayekî rêkûpên hatiye eşkerekirin.
Nivîskarê Romanê Mezher Kara, di 1963yan de li gundê Mele Mistefa yê girêdayê bi navçeya Kopa Mûşê ve hatiye dinyayê û xwendina xwe li Erzerom û Amedê kuta kiriye. Piştî ku ji girtîgeha Amedê derketiye, çûye li Stenbolê bi cih bûye. Gelek salan ji di komîteya rêvebertiya Weqfa Kurdî de jî kar kiriye. Heta niha çar pirtûkên wî hatine weşandin.
Kêra Ko ji aliyê Weşaxaneya Dengê ve hatiye weşandin.