Polîtîk

Rojek wek îro Kurd li Geliyê Zîlan hatin qetilkirin

Di sala 1930ê de li Geliyê Zîlan a navçeya Erdîş a Wanê bi deh hezaran Kurd bi awayekî hovane hatin qetilkirin, ev yek wek komkujiya Geliyê Zîlan di nava rûpelên dîrokê de cih girt. Desthilata dewleta Kemalîst bi qirkirina Kurdan de xwedî biryar bû.

Di 13’ê Tîrmeha 1930 ê de, di dema serhildanên Çiyayê Araratê de gelê Kurd ên sivîl xwe spartibûn Geliyê Zîlan. Di operasyona Agriyê de artêşa Kemalist di fermandariya general Salih Omurtak de, bi awayek hovana êrîşê kurdan li Geliyê Zîlan de kirin û bi deh hezaran kurdên sivî,jin, zarok û extiyar bi hovane hatin qetilkirin.

Li gora rojnameya Cumhuriyetê ya 16ê Tîrmeha 1930ê de hatî weşandin 15 hezar kes mirine. Li gora çavkaniyên nivîskar û lêkolînerên Kurd, 47. hezar gundiyên ji 18 gundên ku ji eşîrên Ademan, Sîpkan, Zîlan û Hesenan pêk tên hatine qetilkirin. Herweha li gorî lêkolînerê Ermenî Garo Sasûnî, bi deh hezaran kes ku ji wan jin, zarok û extiyar in, hatine qetilkirin.

Di wê serdemê de ku yek ji sûcên herî giran ên mirovahiyê hat kirin, gund hatin şewitandin, xelkê malên xwe terikandin û bi darê zorê ji warên xwe hatin sirgûnkirin.

Komkujiya Geliyê Zîlan di medya Tirkî û cîhanî de jî cih girt. Di wê demê de rojnemeya berdevkê rejima Kemalist Cumhuriyetê bi vî awayî behsa Komkujiya Zîlan dikira:

Balafirên me bi dijwarî girên Çiyayê Araratê bombebaran dikin. Çiyayê Araratê di nava agirê bêdawî û teqemenî de digirî. Ajelên hesinî (behsa balefiran dike)hesabên serhildêran paqij dikin. Geliyê Zîlan heta devê xwe bi cenazeyan tijî ye.

Di rapora Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê, ango Îngilîzan de, komkujiya li Zîlan a li dijî sivîlên bêçek, weke serkeftineke mezin a leşkeran hate nîşandan.

Rojnameya Berlîner Tageblatt a 3’ê Cotmeha 1930’an komkujî wiha nirxand: “Tirkan li herêma Zîlanê 220 gundên wêran kirin, 4 hezar û 500 jin û extiyar qetil kirin.”

Akademiya Zanistî ya Yekîtiya Sovyetê got: “Li geliyên Herêma Zîlan 1550 kes hatin qetilkirin, li herêma Ercîşê 200 gund hatin şewitandin, li herêma Patnosê gundekî ku nehatibe şewitandin jî nemaye, leşkerên Tirk jî sewalên Kurdan dizîn.”

Piştî komkujiyê Serokê Giştî yê CHP’ê Înonu daxûyaniyek da.

Daxuyaniya Serokwezîrê wê demê û Serokê Giştî yê CHPê Îsmet Înonû di rojnameya Milliyetê ya 31ê Tebaxa 1930î de hatiye weşandin:

Înonu dibêje: “Tenê mafê miletê tirk heye ku li vî welatî mafên etnîkî û nijadî bixwaze. Mafê kesekî din tune. Yên ku ketine ber propagandayên bêbingeh, hatine xapandin, di dawiyê de rêya xwe winda kirin.”

Bê guman li ser hovitiya rejima Kemalist di derbarê Kurdan de, bi hezaran belge hene. Ji bo ku Kurd rejima Kemalist baş nasbikin,gerek ev dîrok ûkomkujiyên Kemalistan kirîn baş bêne zanîn.


Back to top button