FlaşPolîtîk

Rojek çarenûsî ji bo CHPê…!

Îro ji bo CHPê dikare bibe rojek çarenûsî. Dê Dadgeha Enqere derbarê doza CHPê de biryarekî bide. Wek tê zanîn Kongreya CHPê ya 38 mîn de gelek idia hene ku, hinek endamên kongreyê bi pera dengê xwe bi karanîne. Ev yek jî dibe sedem ku kongreya CHPÊ ya 38mîn dikare îptal bibe. Dê hinge rewşek nû pêvajoyek xeternek ji bo CHPê destpêbike.

Ihtimak heye ku, eger dadgeh kongreyê îptal bike hingê cardin dikare wek serokê giştî bangî Kiliçdaroglu bike û ew cardin bê serê partiyê de. Duyem jî dadgeh dikare Kayum ji bo reveberiya CHPê tayin bike, dê hingê jî demek kurt de kongreyek nû werê li darxistin.

Ji aliyekî ve serokê CHPê Ozel daxûyakirin ku, ew bi tu awayî biryara dadgehê nasnakin. Lê dixweyê ji aliyê din Kemal Kiliçdaroglu xwe ji bo rêveberiya Partiyê amade dike. Li Silvrî Ekrem Îmamoglu, daxûyaniyên didê de, Kiliçdaroglu bi xiyanetê itham dike.

Lê dixweyê ku di kongreya CHPê li gora qanûna Partiyên siyasî hinek kêmasî kirine û ev yek ihtimalek mezin dikare bibe sedemê tayinkirina Qayum.

Back to top button