Polîtîk

Rojava vedigere xala sifir

Di civîna navbera heyeta PYDê û berpirsên hikûmeta Beşar Esed de, hikûmeta Esed ji heyeta PYDê re gotiye ku divê “leşkerê erebîyê Surye” hemû xal û deriyên ser tixûban kontirol bike û saziyên hikûmetê vegerin deverên jêr destê PYDê. Yek ji wan saziyên ku hikûmeta Suriyê dixwaze vegere deverên bin destê PYDê polîsê hikûmeta nawendî ye.Hikûmeta Beşar Esed behsa Desentralizm kirye li gor yasaya  107 ya sala 2011ê ku ji aliyê hikûmeta Suriyê ve  hatibû pesind kirin. Hikûmeta Suriyê bi tu awayî behsa xwesrî û otonomî jî nekiriye.Gelo di nava van salan de PYDê û YPGê çi ji bo mafên rewayên gelê kurd li Rojava kir? Gelo ji bona çi ew qas şehîd, xurt û ciwanên kurd ji kur û ke’an şehîd bûn? Ka berhema xûna wan ciwanan?Efrîn pêşkeşî Tirkiyeyê kir û deverên mayîn jî wê teslîmî “leşkerê erebiyê Surye bike”.

Back to top button