Roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hat ragihandin
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku wê di meha Gulanê de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê bên kirin.
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê roja 30ê Gulana 2024an wek roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ragihand.
Berî niha Serok Nêçîrvan Barzanî biryarek dabû û gotibû ku hilbijartinên parlamentoyê wê di 25ê Sibata 2024ê de bên kirin. Lê piştî gilîkirina li dijî yasaya hilbijartina parlamentoya Kurdistanê, amadekariyên komîsyonê hatibûn rawestandin.
Berpirsê Ragihandinê yê Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê Îmad Cemîl ragihandibû ku ji ber biryara Dadgeha Federalî ya paşxistina kursiyên pêkhateyan, komîsyon nikare hilbijartinên parlamentoyê pêk bîne û ji bo diyarkirina dîrokek din a hilbijartinên parlamentoyê jî daxwaza lihevkirinekê hat kirin.