NivîsarPolîtîk

Roj roja yekgirtina demokratên Kurd e!

Ji raya giştî re:Roj roja yekgirtina demokratên Kurd e!Di 27ê meha gulanê de, di pêvajoya yekgirtina xeta neteweyî-demokratîk de pêngavek pîroz û watedar hate avêtin:Di qada xebata legal de Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye û Partiya Demokrasiya Beşdar (KADEP) yekîtiya xwe ragihandin.Herweha çendîn alî û insiyatifên din jî ku dixwazin di qada legal de cîhê xwe bigirin beşdarî vê yekîtiyê bûn.Raya giştî ya Kurd, li her çar aliyên welatê me û bi taybetî raya giştî ya Bakur, eleqe û nêzîkahiyek germ nîşanî yekîtiya me da.Em, li vir spasiyên xwe digihînin hemû ew aliyên ku beşdarî û piştgirî dan me.Bakurê Kurdistanê ji demek gelek zîz û trajedîk re derbas dibe. Şerê qirêj ê li coxrafya Kurdistanê tê rêvebirin bûye egera qetilkirina ciwanên Kurd, kuştina bi sedan xelkê siwil – di nav de hejmarek zêde jin û zarokên Kurd. Bi sedhezaran hevwelatiyên me neçar man cîh û warên xwe terkbikin û koçber bûn.Xeta neteweyî-demokratîk a Kurd hêviya gelê me ye. Cemawerê Kurdistanê baş dizane ku pêşerojek hêvîdar û ewle, di xûrtbûna demokratên Kurdistanê de dikare were pêş.Erk ek li ser milê demokratên Kurdistanê ye ku hêviya gelê xwe bicîh bînin, yekîtiya xwe xurttir û bihêztir bikin. Wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye, em amadeyiya xwe ji raya giştî ya Kurd re diyar dikin ku em daxwazgîr ên: xeta neteweyî – demokratîk ên Kurdistanê ne û çi bikeve ser milên me jî – em bi vî barî rabin.Yekgirtina rêxistinên demokratîk – neteweyî – siwîl dê hêviyên gelê me bîne cîh. Tenê ev yek dikare: ev ewrên reş û xerabkar ku bi ser serê gelê me de hatine sepandin, têk bibe. Umîda ronahî, azadî, aştî û ewleyiyê li ser xaka welatê me biçîne.Roj roja destdan û yekgirtina demokratên Kurd e!31 Gulan 2016Rojhat AmedîBerdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê – Tirkiye

Back to top button