Cîhan

Rifat Esed di mala xwe de mirî hat dîtin

Hat ragihandin ku apê Serokê Dewleta Sûriyê Rifat Esed li Lazkiyeya ku yek ji bajarên benderên girîng ên Sûriyê ye, di mala xwe da mirî hatiye dîtin.

Rifat Esed ku bi salan li sirgûnê ma, di sala 2021ê de bi destûra biraziyê xwe Beşar Esed vegeriya Sûriyê.

Rifat Esed ji ber qetlîamên ku di sala 1982an de kiribû wek “Qesabê Hemayê” dihat naskirin.

Di Kanûna 2013an de Serdozgeriya Komarê ya Swîsreyê li dijî Rıfat Esed lêpirsînek sûcê şer dabû destpêkirin. Bi vî awayî Rifat Esed piştî zêdetir ji 30 salên nefiyê di sala 2021ê de bi destûra biraziyê xwe Serokê Sûriyê Beşar Esed vegeriya Sûriyê û li Laziqiyê bi cîh bû.

Di derbarê sedema mirina Rifat Esed de heta niha ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

Back to top button