Civak

Reyan Keldanî: Ez xwe wek hevserokê YNKê dibînim 

Me digot qey di nav YNK de hevserokatî tuneye û tenê Bafil Talabanî serok e. Lê derket holê ku yek ji rêvebirên Heşdî Şeibî hevserokê YNK ye û herdu alî hevserokatiya hev dikin.

Serokê Tevgera Babilyon Reyan Keldanî, ku beşek ji Heşdî Şeibî ye, ji çapemenîyê re danî zimên û got: „Ez xwe wek hevserokê YNKê dibînim“.

Serokê Tevgera Babil Reyan Keldanî, ragihand ku ew li Kerkûk û Nînowayê bi Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) re di nava hevpeymaniyê de ne û ew xwe wek hevserok dibînin.

Reyan Keldanî tekezî kir ku ew xwe wek hevserokê YNKê dibîne û got: „Em Bafil Talabanî jî wek hevserokê Tevgera Babil û Partiya El Hawiye Wataniye qebûl dikin„. 

Wek tê zanîn, YNK di Civata parêzgeha Nînowayê (Mûsilê) de fraksiyana xwe tuneye. 2 kursîyên wê bûn, ew jî radestî Reyan Keldanî kirin û rûn li ser nanê Heşdî Şeîbî û melayên Tehranê kir.

Back to top button