Rêya çûyîna Geneva li Hewlêr re derbas dibe
Li gora agahdariyên li herêma Kurdistanê heyîn, civînek di navbera berpirsên PYDê û ENKS de tê kirin. Herweha dê serokê Kurdistanê jî pêşwaziya Salih Muslim bike. Wek tê zanîn berê jî bi daxwaziya serokê Kurdistanê tevgera kurdên Kurdistana Rojava li Hewlêr konferansek pêkanîn. Piştre weke peymana Hewlêr PYD û ENKS hatin ba hev û hevpeymaniyek pêkanîn. Desteya Bilind a bilind hate avakirin.
Lê tu cara PYDê guh neda van hevpaymana û dijê hinek partiyên din û dijê ENKS xebitî û heval û alîgirin wan girtin û îşkence kirin.
Wek din PYD vekirî li gel hêzên rejima Bişar Esad di nava hevkariyekî de bûn. Hêja ev yek berdewam e. PYDê tu cara rê neda partiyên din ku di nava dezgehên hevbeş hatîn ava kirin de rolê xwe bileyzin. Wek din rê neda ku partiyên din bi serê xwe kar û xebatê jî bikin. Bê guman di vê derbarê de qelsiya partiyên din jî rolek bingehîn leyizt. Di rastiyê de nekarîn li ser erdê ji ber zordariya PYDê siyasetê bikin. Ji ber ku tenê hêzên PYDê yên çekdar hebûn. Hêzek din berbiçav yê partiyên din naxweya.
PYDê guh neda peymana Hewlêr û herweha taybetî dijê PDKê bi xwe jî propagandayên ne baş kirin. Televizyona Ronahî di derbarê Kurdistana Başûr û PDKê û her weha di derbarê serokê Kurdistanê de weşanên ne rast kir û bi dezenfarmasyonekî mezin agahdarî dida Kurdên Kurdistana Rojava.
Lê niha cardin merc hatin guhertin. Qada siyasî li PYDê teng bû. PYD cardin ket di nava leyiztikan de. Niha dixwaze werin Kurdistanê, dixwazin li peymana Hewlêr vegerin. Bê guman vegera PYDê başe. Lê çikas di vê pirsê de samîmî ne ew jî tiştek dine.
Niha PKK/PYD çikas ji rejimê dûr bikeve ewkas başe. Lê bi kiryarên xwe divê baweriyê bide hêzên din jî.
Leyla Zana û Osman Baydemir li Hewlêrin ji bo civîna PYDê û ENKS navçitiyê dikin. Ev herdû kesayet li gel ENKS civînek kirin. Gelo Zana û Baydemir çikasî dikarin bibin garantor ji bo PYDê nayê zanîn. Herweha ev kesayet bi navê PKKê vê yekê dikin yan bi navê xwe dikin ev jî ne gelekî zelale. Ji ber ku daxuyaniyên Demirtaş di vê derbarê de gomanê têxe li ser rolê wan yê navçitiyê.
Lê her çewebe peymana Hewlêr ji bo Kurdistana Rojava başe. Ev yek bikeve praktîkê de wê baştir be.
Ji ber ku tu demana siyaseta PYDê tuneye.
Tê zanîn ku rêya çûyîna PYDê ya Genèva 2yem li Hewlêr re derbas dibe. Ji bo vê jî ew hevkarî û peymanên bêne kirin piştî civîna Genèva dê çikasî PYDê girê bide nayê zanîn. Ne Zana û ne jî Baydemîr nikarin demana vê yekê bidin.
D.Jêlî
Rojevakurd/Analîz