Polîtîk

Rewşa YNKê têk diçe

Duhî di hindek malperên erebî û navxweyî de nûçeyek hat weşandin ku, qaşo Kosret Resûl cîgirê sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) di civîne serokatiya wê partiyê de a li ser destnîşasnkirina kadîdê YNKê bo posta serokomariyê nakokî derketine holê û Kosret Resûl hêris bûye û Hêro Îbrahîm endama polîtbûroya YNKê û hevjîna Celal Talebanî ji civînê derxistiye derve.

Li ser vê nûçeyê Kosret Resul daxuyaniyeke nivîskî weşand û ew di daxiyaniya xwe de dibêje nûçeya ku wî Hêro Îbrahîm ji civînê derxistibe ji rastiyê dûr e û ew nûçeye bê esas e.

Resûl di daxuyaniya xwe de wê nûçeyî red dike û dibêje ku, kandîdkirina kesek bo posta serokomariyê ”pirseke divê tev hevalên polîtbûroyê ser razî bin û hêşta ew pirs bi fermî nehatiye yekalî kirin û tu kes ji bê wê postê nehatiye destnîşam kirin.”

Her li ser pirsa kandîdê posta serokomariyê, duhî di mediyayê de nûçeyek hat weşandin ku, Necmedîm Kerîm CV ya xwe daye dest serokatiya parlamentoya Îraqê û bêy polîtbûroya YNKê xwe ji bo posta serokomariyê kandêd kiriye, vê nûçeyê YNK hejand û Mela Bextiyar û Kosret Resûl daxuyaniyek mişterik weşand û di daxuyaniya xwe de dibêjin ku, bi tenê polîtbûroya YNKê desthilt heye kesek ji bo posta serokomar destnîşan bike. Her du berprisên mezinên YNKê di daxuyaniya  xwe de diyar dikin ku, her pêngaveke derveyî polîtbûroyê ji bo serkomariyê bê avtin nayê qebûl kirin.

Hêro Îbrahîm jî li ser vê pirsê daxuyaniyek weşand û tê de dibêje: ”Di hindek kanalên mediyayê de tê gotin ku, min kesek ji bo posta serokomariyê feriz kiriye. Mim tu kes bo posta serokomariyê feriz nekirine û nakim jî, çunkî divê ew kesê ji bo posta serokomariyê xwe kandîd bike divê ew şert tê de bin ku ji aliyê kurdistaniyan û endamên YNKê ve bê qebûl kirin.”

Piştî Necmedîn Kerîm ji polîtbûroya partiya xwe bê hêvî bûyku, wî bo posta serokomariyê kadîd bikin, wî bi xwe berendamtiya xwe da parlamentoya Îraqê.

Di nav serokatiya YNKê de gelek bask peyda bûne nikarin bi hêsanê biryarekê bidin. Weke em dizain pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê jî li ser YNKê nêzîkî 9 mehan texîr bû. Piştî 9 mehan YNKê wezîr û cîgirê serokwezîr destnîşan kirin.

 

Amadekirin: NH

Back to top button