Civak

Rewşa wan di pêvajoyê de çewe be

Li Tirkiye dema  PKK ji dev çek berdê û şerê heyî bisekine, ew civata ku eve 30 salin li ser bingehê şer hati avakirin û herweha ew psikolojiya di dema şer de peyda bûyî zû bi zû ji holê ranabe.

Li ser vê yekê ji rojnama Akşama Tirkî Can Mumay lêpirsînek kir û li gel gundiyên ku dema şer de çekên dewletê rakirî hevpeyvîn pêkanîn.

Niha wê rewşa van gundiyên çekên dewletê rakirîn dê çewebe. Wan di dema şer de çekên dewletê rakirin û dijê PKKê şer kirin. Dema şer nemînê dê çi bikin? Ev yek jî dibe pirsek girîng a civata kurd.

Herî dawî li gora agahdariyên fermî yên dewletê havîna sala 2012ê 45 283 gundiyên ku çekên dewletê hilgirtîn hene. Mehane maaşê wan 850 lireyên Tirkiye.

Dema operasyona dikin ev maaş zê de dibe. Bûtça ki dewletê ji bo wan amade kirî mehane 37.1 milyon lireyê Tirkiye.

Li gora vê salane dewlet 466.8 milyon lire ji bo maaşê wan vediqetîne. Piştî 20 salan 30 hezar tezmînat digirin û bi mehane maaşek 350 lireyên Tirkî teqewît dibin.

Ev gundî ji rewşa xwe ne memnunin û li gora wan gazindên wan jî ji dewletê hene. Lê di rastiya xwe de hêjmara gundiyên çekdarên dewletê zîdeyê 80 hezarane. Niha di vê pêvajoyê de ev pirseke ku li ber hukumetê disekine.

Back to top button