Civak
Rewşa Talabanî ne başe
Li gor ragîhandina rojnameya Fresayê Le Figaro û hin malperên Ewrûpa yên din ên Internetê, mirina klinik a Celal Telebanî bi cih bûye. Le Figaro jî çavkaniya xwe ji Kurdan wergirtiye.
Serokê YNK û serokkomarê Îraqê Celal Telebanî ev e 15 roj in ku li nexweşxaneyeke Berlînê tedawî dibe. Li gor heman rojnameyê ku ji devê bijîzşkan wergiritye, ji ber xwînrêjê mejîyê wî pir xisar dîtiye û bijizşk tenê wî li jiyanê dihêlin.
Hêja ye bêgotin ku Celal Telebanî piştî civîna wî bi serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî re li ser pirsa Hêza Leşkerî ya bi navê Dîcle ya bêqanûnî, ev terqa xwînê li mejiyê wî xistibû.
Em wek Rojeva Kurd ji Mam Celal re leşsaxî dixwazin û hêviya rabûna li jiyanê dikin.