Cîhan

Rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê nirxand

Li bajarê Hewlêrê, îro roja duşemiyê 3ê adarê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê pêşwazî li şandeyke hikûmeta Îtaliyayê kir û rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Di civînekê de,  şandeya mêvan behsa sedema serdna xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û diyar kir ku, ew hatine daku, ji nêzîk haydarî rewşa penaberên surî yên li herêma Kurdistanê û çewaniya alîkarîkirina wan bibin.

Berpriîs şandeya hikûmeta Îtaliyayê got ku, heta nuha hikûmeta welatê wî 50 milyon dolar ji bo tev penaberên surî berdest kirina û vê carê jî du milyon Euro bi rêya rêxistinên nehikûmî û ajansaên navdewletî yên ser bi Neteweyên Yekgirtî ve bo penaberên surî yên li herêma Kurdistanê dabîn kirine.

 

Felah Mistefa ev pêngava hikûmeta Îtaliyayê a alîkarîkirian penaberên surî yên li herêma Kurdistanê bilin nirxadn û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê xemsarî di pêşkeşkirina hevkarî û alîkariyan bo wan penaberan nekiriye, ”lê ji  ber hebûna nêzîkî 300 hezar penaberên surî li herêma Kurdistanê, hikûmeta Kurdistanê bi tenê nikare hemû pêdawîstiyan ji wan re dabîn bike û divê civaka navdewletî bi cidî destê alîkariyê dirêj bike.”

Di mijareke din de, şandeya hikûmeta Îtaliyayê tekîd li ser xurtkirina têkeliyên anvbera Îtaliya û herêma Kurdistanê kir û diyar kir:  Herêma Kurdistanê giraveke aram e di devereke pir alozî û milnmilanê de, ji ber vê yekê wezareta derve ya Îtaliyayê şirket, kompanî û sermayedarên îtaliyayî pal dide ku, hilbirînê li herêma Kurdistanê bikin.

Back to top button