Polîtîk

The Times: Rewşa Melik ne baş e

Rojnama The Times analizek berfireh li ser hilbijartinên Tirkiye çêkir.Di analiza xwe de Times dibêje ku,vêca Tayib Erdogan qebûl kir ku sinorek yê hêzbûna wî heye.

Rojname ihtimala ku dengdaran ji bo rewşa xirab a ekonomiyê Erdogan siza kirî gelekî dide pêş.Herweha dibêje ku Erdogan ev hilbijartin ji xwe re kir wek bawermendiyekî, ku ev yek jî wek wî dixwest neçû serî. Winda kirina bajarên mezin navbera Erdogan û hevalbendên wî yên kevin jî xirab dike. Rojname dide xûyakirin ku dê serokwezîrê berê Ahmet Davut oglu partiyek nû damezirîne û beweriyek mezin ya vê yekêheye.

Peyamnerê The Times dibêje: Di hilbijartinên Tirkiye de kesek ne hêviya surprizekî bû. Erdogan 11 sala serokwezîrî kir, sala 2014ê bû serokkomar, Erdogan hêza xwe li ser medyayê, dadweriyê û dezgehan gelek giran kirîbû, ji bo vê dê di van hilbijartinan de sernekefta.

Vê carê Erdogan nikare binkeftina xwe veşêre. Heta sala 2023ê tu hilbijartin çênabin, Erdogan divê rêyekî bibîne da ku, girêdana li gel dengdaran têknedê.

Rojnameya Times mikaleya xwe ya di bin navê “ Rewşa Melik na başe“ de, rêyekî dide ber Erdogan û dibêje: Divê Erdogan hemû girtiyên muxalifên xwe azad bike û rewşa darayî baş bike.

Rojname dibêje: Berbiçûyîna Tirkiye ya ber başiyê ve û modernezîkirinê de keda Erdogan gelek bû.Lê niha Ekonomî têkdiçe, her tişt biha dibe, bê karî gelek bûye, hukumet muxalefetê ya bê deng dike yan jî têxe girtîgeha de.

Rojname di dawiya analiza xwe de dibêje: Temenê Erdogan 65 sale, li pêşiya wî 4 salên bê hilbijartin hene. Erdogan di vê demê de muxalefetê nexeniqîne, hevalbendên xwe xelat neke û NATO û Rusyayê bernedê hevûdin, ji derê vê tiştekî neke dê mîrasê xwe hemû ji dest bidê.

Pêwistiya Erdogan heye ku, li herêmê li gel cîranên xwe aşitiyekî peyda bike da ku îstikrarek çêbibe.Pêwistî ronahiyekî ya demokrasiyê heye ne ku diktatoriya xwe zêde bike.

Back to top button