Rewşa Hewlêr aram e
Rêveberiya Asayişa Hewlêrê di derbarê êrîşa li ser avahiya parêzgeriya Hewlêr de, daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.Di daxûyaniyê de dibêje ku, roja 23.07.2018ê demjimêr 07:12ê serê sibê sê çekdarên terorîst piştî gule berdan û birîndarkirina polîsekî ketine avahiya parêzgariya Hewlêrê.Asayîşa Hewlêrê xûyakirin ku, karmendek îdarî yê parezgehê di vê êrîşêde şehid bûye û herweha asayîş jib o pişrastkirina rewşa aram jî dibêje: Rewşa ewlehiya Hewlêrê aram e û hêzên asayişê berdewam di amadebaşiyê de ne bo şikandina her core hewl û planên dijmin û terorîstan. Nêzîk emê hûrgiliyên wê êrîşê belav bikin.”Asayişa Hewlêrê di dawiya daxûyaniya xwe de dibêje: Me zû karî hersê terorîstan bikujin û ti karmendên me yên asayişê ziyan nedîtine. Lê wan terorîstan polîsek birîndar kirne û karmendek parêzgehê şehîd kirine.