Polîtîk

Rêveberiya Xweser spasiya Nêçîrvan Barzanî kir

Di çarçoveya alîkariyên xwe yên ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro du taqîgehên din (Labratuar) şandin Rojavayê Kurdistanê. Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser jî ji ber wan alîkakriyan spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Peyamnêra Rûûdawê, Rengîn Şero li ser sînorê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku herdu taqîgeh ji Duhokê ve ber bi Rojvayê Kurdistanê ve hatin şandin.

Li ser sînor Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser, Ciwan Mistefa û Berprisê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mistefa Balî û hejmarek rayedarên din ên  rêveberiyê pêşwazî li karwanê kirin û herdu taqîgeh û kelûpelên din ên pizîşkî yên pê re wergirtin.

Piştre, Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser, Ciwan Mistefa û Berprisê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mistefa Balî konferanseke rojnamevanî li dar xistin.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser, Ciwan Mistefa di vê konferansa rojnamevanî de ragihand, ew sêyemîn karwana alîkariyên pizîşkî ye ku ji Başûrê Kurdistanê ve bo Rojavayê Kurdistanê tê şandin û îro jî karwaneke din a alîkariyê gihîşt.

Ciwan Mistefa diyar kir, beriya niha ji Başûrê Kurdistanê ve 2 taqîgeh hatibûn şandin û niha ketine kar û îro jî du taqîgehên din hatine şandin û dê li gor hewcdariyê li navçeyên Rojavayê Kurdistanê bêne danîn.

Ciwan Mistefa got: “Îro şandeya sêyemîn ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî Bakur Rojhilatê Sûriyê dibe, herdu carên din du taqîgeh derbas bûne û ew taqîgeh niha di meriyetê de ne û di nava kar de ne, şandeya îro hatî jî 2 taqîgeh bi xwe re anîne, jibo xizmeta gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê.”

Ciwan Mistefa herwiha destnîşan kir, soz hatiye dan ku ji Başûrê Kurdistanê ve 2 taqîgehên din jî bo Rojava bihê şandin û got, eger ew taqîgeh jî bêne şandin, hejmara wan li Rojavayê Kurdistanê digihe 6 taqîgehan.

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser amaje bi wê yekê kir, ku ew taqîgeh ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve bo Rojavayê Kurdistanê hatine şandin û ji ber wê yekê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir.

Ciwan Mistefa got: “Li ser navê gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê em spasiya birêz Nêçîrvan Barzanî dikin, ji ber alîkariyên wî yên bo gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê, ev xzimetek e ji bo hemû gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê, cihê hurmetê û rêzê ye.”

Hevserokê Desteya Tendirustiya Rêveberiya Xweser herwiha spasiya endamên şandeyê û tîmên tendirustiyê yên Başûrê Kurdistanê kir, ku di veguhastin û gihandina wan taqîgehan bo Rojavayê Kurdistanê de ked dane.

Rûdaw

Back to top button