PolîtîkRojev

Rêveberên YNKê û siyasetmedarên wê di asta baweriya xelkê de nînin

Endamê encûmena bilind a siyasî û berjewendiyên YNKê Mela Bextiyar di hevdîtinekî de ragehand, rêveberên YNKê û siyasetmedarên wê di asta baweriya xelkê de nînin.

Di dema pêşwazî kirina çend endameke partiya xwe de Mela Bextiyar piştî hatiye jehrî kirin behsa rewşa xwe kir û ji wan re ragehandin xedra li nav YNKê de bi serê wî hatiye hemû guneha wî ew bûye ku ti gunehekî wî tinebûye, wek ewên ku îro xelk nefret li wan dike û nerazîbûnê li hember wan nîşan didin.

Herwaha Mela Bextiyar got, dijminê herî mezin ê YNKê û ezmûna hukimraniya Kurdistanê dijminê navxwe ye û navxwe de jî gendelkar in.

Herwaha Mela Bextiyar pirs kir çima ew hejmara zêde ya di helbijartinê de dengên wan daketiye? Û bersiva wê jî da û got, her bi aşkerayî pirsgirêk ew e, rêveberên YNKê û siyasetmedarên wê di asta bûyeran de nînin û baweriyê zêde nake û kêm dike. Ji ber xelk baş dizane dizî heye, gendelî heye, bac standin heye.

Back to top button