Rêveberekî Tevgera Gorran rexneyên tund li Partiya Kerkerên Kurdistanê (PKK)ê kirin û ragehand PKK bi gotina kesê nake û metirsî bo ser Kurdistanê ava kiriye. Herwaha got divê karên xwe veguhêzin bo sînorê xwe.
Îro 13.03.2021ê endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Uzêr Feqyanî ji BasNewsê re ragehand, PKK bernameya wê heye û bi gotina kesê nake û şîretên ti kesê jî nawergire. Em hemû dizanin ew partiye kiryarên leşkerî pêktînin û bi ti awayekî rewşa vî beşa Kurdistanê li berçav nagrin. Lê herêma Kurdistanê dergûşe bo partiyên bakur û rojhilat. Eger PKK ji ber kar û kiryarên xwê yên leşkerî ve vê beşa Kurdistanê têkbide, em hemû dê jê ziyan bibînin û dijminên me dê serkevin.’’
Herwaha got, divê PKK karên xwe veguhêze bo Bakurê Kurdistanê. Ji ber Bakurê Kurdistanê ji aliyê erdnîgarî ve dest dide kiryarên xwe yên leşkerî birêve bibe. Tirkiye ji ber hebûna PKKê ve gundên herêma Kurdistanê dike armanca êrîşê.
Uzêr Feqyanî got, ji ber hebûna PKKê, herêma Kurdistanê rastî metirsiyeke mezin hatiye. Bo nimûne binarê Qendîlê bi sedan gund heye, lê yek gund nîne bi azadî bikare jiyana xwe birêve bibe. Hemû ji ber PKKê koçber û derbeder bûne.’’
Herwaha got, eger PKK kiryarên xwe lêre berfireh bike, yan bi awayekî diyar binkeyên leşkerî dayne, wê demê Tirkiye guh nade ti tiştekî û navçeyên me bombebaran dike. Ji ber wê ya baş PKK guh bide hikûmeta herêma Kurdistanê bo ku axa herêma Kurdistanê ji ber hebûna wan ji vê zedetir rastî metirsiyê neyê.