Polîtîk
Reuter: DAÎŞ dê êrîşî ser Bexdayê bike
Anjansa nûçeyan Reuter di nûçeyeke xwe de eşkere dike ku, çekdarên şidetxwaz yên rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAÎŞ) xwe ji bo êrîşa ser Bexdayê, paytexa Îraqê, amade dikin û ”dê saet sifir êrşî ser Bexdayê bikin.
Hin çavkaiyên emnî yên amerîkî û îraqî ji Reuter re gotiye ku, Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê ku, niha navê xwe bo Dewleta Îslamî li Îraqê guhertiye, ji bo êrîşa ser Bexdayê amade ne û dê saet sifir êrîşî ser paytexta Îraqê bikin.
Li gor Reuter ji bilî çekdarên DAÎŞ bi sedan û hezaran şaneyên nihênî yên çekdaran li Bexdayê û derdûra wê hene û li benda saet sifir in ku êrîşî ser Bexdayê bikin.