Polîtîk

Rêkeftina Hewlêr û Bexdayê

Nêçîrvan Barzanî: 
– Rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê a di warê neftê de, pêngaveke ber bi hindaveke rast ve 
– Cîbicîkirin amadeya 140ê ji ewlewîyatên hikûmetê ye 
– Divê sistî di rêveçûna karûberên wezaretan de nemîne 
Duhî li bajarê Hewlêrê, kabîneya hikûmeta Kurdistanê di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya. 

Di destpêka civînê de, civata wezîrê hikûmeta Kurdistanê pirotokolê rêkeftina navbera hikûmeta federal û hikûmeya Kudistanê pesind kir ku, roja 13ê vê mehê li Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêka neftê her du aliyan di ware neftê de li hev kiribû. 

Serokwezîrê Kurdistanê, pesindkirina pirotokolê rêkeftina navbera Hewlêr û bexdayê ji aliyê hikûmeta Îraqê ve weke pêngavek ber bi hindaveke rast ve jib o çareserkirina kêşeyên navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federal wesif kir û got ku, hikûmeta herêma Kurdistanê bi geşbînî li wê rêkeftinê dinêre.Barzanî got ku, ew hêvî dike ku, ew rêkeftin jib o çareserkirina pirsgirêkên din yênweke qanûna neft û gaze û dabeşkirina dahatiniyên neftê bibe rêxweşker. 

Li dor xerickirina pereyên kompaniyên neft û gaze yên li herêma Kurdistanê kar dikin ku, ji aliyê hikûmeta Îraqê ve hatiye pesind kirin, hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz ji wezareta darayî a Îraqê kir ku, li gor yasayê 350 dînaran, ji koma yek tirlyon dînaran, bo kompaniyan serif bike. 

Civîna civata wezîrên Kurdistanê tekîd li ser pêwîstiya xerickirina yek tirlyon dînaran kir ku eger ji budceya sala 2012ê nehatin xerickirin, hinge dive ji budceya sala 2013ê a îraqê bên xerickirin.

Civata wezîrê hikûmeta Kurdistanê nerehetî û dilgiraniya xwe li hember pêkanîna serokatiya operasyonên Dicle li Kerkûkê û deverên madeya 140 diyar kir û ev pêngava hikûmeta Îraqê bi pêngaveke xeter wesif kir. Serokwezîr got ku, cîbicîkirina madeya 140 a destûra Îraqê ji ewlewîyatên karên hikûmeta herêma Kurdistanê ye. 

Serokê hikûmetê got ku, di rêveçûna karûbarên wezaretan de sisitî heye, û wezîr raspardin ku karûberên xwe di berçavan re derba s bikin û di nava heftiyekê de hemû astengiyan destnîşan bikin daku, jib o çareserkirina wan mekanîzmeke minasin bê dîtin. 
Di civînê de biryar hat dank u wezareta kar û karûberên civakî û wezareta darayî tewsiyeyên nû jib o bîmeya bêkariyê amade bikin ku di qona çûyî de 32 hezar gênc ji bîmeya bêkariyê sudbexiş bûn. 

Back to top button