Rejima Suriye serpereştiya lêpirsînê li gel zindaniyên kurd dike
Pêwendiyeke îstixbaratî bihên di navbera rêjîma Sûriyê û PKKê de li Rojavayê Kurdistanê heye û li gorî çavkaniyeke agahdar ji amûdê rêjîma Sûriyê serperiştiya lêkolîna ligel zindaniyên ENKSê dike.PKK wek bi siyaseteke totalîtarya û li ber destê rêjîma Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê bi eşkere dest bi cîbicîkirina pilanên emnî yên rêjma Esed kiriye.Li gorî zanyariyên çavdêrên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, hevahengî di navbera PKK û rêjîma Sûriyê de li bajarên Rojava bi eşkere tê dîtin û niha endamên ENKSê yên ku tên girtin hêzên emnî yên rêjma Sûriyê serperiştiya lêkolîna ligel wan dikin.Îmadedîn Elî Endamê Encumena Xweceyî ya bajarê Amûdê ya ENKSê ji malpera KDP.info re ragihand: “Dema em çûn avahiya asayişa PKKê çend kes wek komîteya lêkolînê li wir bûn ku beşek ji wan bi Erebî diaxivîn û logoya rêjîma Sûriyê li ser cilên wan bûn. Ew kes ser bi îstixbarata Sûriyê ve bûn.”Elî wiha got: “Wan gelekî behsa Pêşmergeyên Roj dikirin. Nameyên gef û hişyariyê ji malbatên Rojava yên ku zarokên wan Pêşmerge re dişandin, da ku zarokên wan ji Pêşmerge veqetin.”