Polîtîk

Rêjîma Sûriyê heşda şeibî şandiye Efrînê

Nûnerê ENKSê ji bo kongreya Cenêfê Îbrahîm Biro dibêje, hatina hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê bo Efrînê bûye sedem ku Tirkiye êrîşên xwe li ser Efrînê zêdetir bike, ji ber ku hikûmeta Sûriyê li şûna ku hêzên fermî bişîne Efrînê hêzên heşda şeibî şandine.Ev zêdetirî mehekê ye ku artêşa Tirkiyê û hêzên opozisyona Sûriyê bi balafir û topxaneyan li Efrînê didin û ji ber wan êrîşan hejmareke mezin ji welatiyên Efrînê bûne qurbanî û ew êrîş jî berdewam in.Derbarê Efrînê, Îbrahîm Biro ji malpera KDP.info re ragihand: “Êrîşên Tirkiyê berdewam in û ji ber rêkeftina PYD û rêjîma Sûriyê hêj ti hêzeke fermî neçûye Efrînê û tenê hêzên heşda şeibî çûne Efrînê, ji ber vê yekê jî Tirkiyê êrîşên xwe li ser Efrînê zêde kirine. Baweriya Tirkiyê bi wê hêza heşda şeibî nayê.”Biro wiha got: “Em wek ENKSê berdewam in li ser hewlên xwe ji bo rawestandina şer. Me serdana çend welatan jî kiriye û me daxwaz ji wan kiriye ku alîkar bin ji bo rawestandina şer, ji ber ku ji bilî ziyana şer tirsa me ji wê yekê heye ku bi hatina wan hêzên Erebî demografiya navçeyê jî bê guhertin, lê heta niha ti gav ji bo rawestandina şer nehatine avêtin.”Îbrahîm Biro wiha domand: “Biryar e dîsa Kongreya Asatana bê encamdan, ku Tirkiye û Îran û Rûsya dê tê de beşdar bin, ku dibe di kongreyê de biryara rawestandina şer bê dan, lê eger şer ji aliyê Tirkiyê ve bê rawestandin, dibe ku ji ber hatina wan hêzên heşda şeibî yên ser bi Îranê ve, careke din şer derkeve.”

Back to top button