Rêberê geştiyariya Kurdistanê êdî li ser telefona desta ye
Îro li civîneke rojnamevanî da Mewlewî Cebar Serokê Desteyê Geştuguzariya Kurdistanê çend xizmetguzariyekî nû yê serdemiyane ragihand ku ji bo pêşwazî kirina geştiyaran û nasandina geştuguzariya Herêma Kurdistanê li ser asta cîhanê karhêsaniyê dike.
Yek ji wan rêberê geştiyariya elektroniya li ser telefona desta ye ku bi sîstemekî cîhanî hatiye çêkirin û geştiyar li hemû cîheke cîhanê li rêya van bernameyan ve dikarin bi hêsantirîn awayî serdana cihên geştiyariyên Herêma Kurdistanê bikin û pêwendiya telefonî li gel her Otel û restorantekî Kurdistanê bikin û li ser nexşeya elektronî cihê xwe destnîşan bikin û serdana cihên ku dixwazin bikin.
Eve û çendîn xizmetguzariyên cûr bi cûr li vê bernameyê de pêşkêşî geştiyaran tê kirin. Her wiha malpera geştiyariya (www.kurdistantour.net) zêdetir zanyariyên li ser Kurdistanê li xwe girtiye.