Polîtîk

Real Madrid wê bi tizbeyên Kurdî serbikeve

Du bazirganên Kurd Semîr Kereş Gift (Kurdê Başûrê Kurdistanê) û Adil Dag (Kurdê Bakûrê Kurdistanê) ji bo wargeha Real Madrid hatine dawetkirin û wan xwestine berî ku biçin diyariyeke herêmî pêşkêşî wan bikin. Li ser vê daxwazê wan li Ezirumê tizbeyên ku bi zîv hatiye pêçan hatine amadekirin. Ev tizbe bi kevir û berdên Erzirumê ya bi kehreb(oltu) hatiye çêkirin.

Her wiha Adil Dag daye zanîn ku li bedena lîstikvanan de kehreb heye û ev tizbe wê kehreba wan kêm bike û ew zîva li ser berdên tizbeyê ji bo mêran sûdmende. Her wiha yarîzan û lîstikvanên Real Madrid êdî wê bi tizbeyên Kurdî yê Erzirumê stresa xwe bavêjin û bi tizbeyên Kurdî wê bigihin serkeftinê.

Back to top button