Rê nedin dek û dolavên neyarên Kurdan serkeve
Herwekî tê zanin di 17ê di Hezîranê sala 2021an da, avahiya şaxa Îzmîr a HDP ketibû ber êrîşê û endamê HDP bi navê Denîz Poyraz hatibû kuştinê. Hemû Kurdan, kesên demokrat û aşitixwaz, êrîşa hanê a hov mehkum kirin û daxwaz kirin, ku hemu aliyên êrîşa hanê were eşkere kirinê.
Di vê demê da duhî (18.06.2021) avahiya AKP li bajaroka Hanî a ser bi Amadê kete ber êrîşê. Armanca êrîşa hanê ya ajavegerî yê, bê nirx û bê bandor kirina bertekên, ku derbareyê kuştina Denîz Poyraz da hatibû nişan dan. Divê em xwe ji her cureyê kar û kiryarên, ku xebata me a azadî û demokrasiyê lekedar dike, dur bêxin. Ji ber ku karên bi vî rengî ajavegerî ye û xizmeta deshilata Tirkiyê dike.
Em banga hemu hêzên welatparêz û domokrat û aşitîxwazan dikin, ku li hember êrîşan, ku roj bi roj zêdetir dibin, mil bidine hevudu.
Roj roja yêkitî ye, roja berxwedana erîşên dagirker û kolonyalîstan e.
Werin em plan û xev û xeyalen kîrêt û xwînavî yên neyar pûç bikin.
19.06.2021
PSK- Partiya Sosyalîst a Kurdistan