Civak

Rastî çiye nayê zanin

Şerek kor di navbera hêzên ewlehiya Tirkiye û çekdarên PKKê de berdewame. Tirkiye di van demê dawî de li gelek deveran li himber PKKê operasyona dike. Wezereta Bergiriyê û wezereta navxwe ya Tirkiye  gelek daxûyaniya di derbarê van operasyonan de didin. Daxûyaniyên Tirkiye di vê derbarê de çikas rastin nayê zanîn.

Lê rastiyek heye ku PKK ji hêza xwe roj bi roj dikeve û operasyonên van dawiyan bandorek mezin li PKKê kiriye. Herî dawî wezirê navxwe yê Tirkiye da xûyakirin ku, hêdî ciwan wek berê tevlî PKKê nabin û naçin serê çiya. Wezîrê navxwe dibêje : Îsal tenê 95 kes tevlî PKKê bûne û çûne serê çiya , lê sala 2015ê ev hêjmar 3.881 kes bû. Ev yek ne tesedûfeke.

Herweha Suleyman Soylu dibêje: Sala 2018ê 349 çekdarên PKKê ji dev PKKê berdana û xwe radestî hêzên ewlehiya Tirkiye kirine. Ji van 146 bi rêya ku îkna bûne hatine teslîm bûne.

Li himber van daxûyaniyên Tirkiye PKK dide xûyakirin ku, li hinek deveran êrîşê artêşa Tirk kirine û hijmara kuştiyan dide.

Di rasyiya xwe de ev şerek kor e û bandorek gelek ne erênî li kurdên Bakur dike. Dê ev şerê bê armanc heta kengê berdewam be nayê zanin. Lê tiştek heye ku li ser vî şerî Baron çêbûne û heta berjewendiyên Baronên Şer hebê dê ev malwêranî berdewam be.

Back to top button