Rapora Baroya Amedê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd
Di rapora ku ji aliyê Baroya Amedê ve ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye amadekirin, di derbarê Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê, qeyûman, girtina partiyên siyasî, perwerdehiya bi zimanê dayikê, cerdevaniyê, tecrîdê û “mafê girtiyan yê bi hêvî” de gelek pêşniyar hatin kirin.
Dema ku nîqaşên li ser Destûra Bingehîn a nû dewam berdewamin, Baroya Amedê raporek amade kir û pêşniyarûn xwe gotin. “Di çarçoveya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê de ji bo aştiya civakî pêwîstî û pêşniyarên qanûnî” ku ji aliyê baroyê ve piştî xebateke nêzî 3 mehan hat amadekirin, bi civîneke çapemeniyê hat eşkerekirin.
Nahît Eren di civînê de axivî û diyar kir ku reformên qanûnî dê di çareseriya pirsgirêka kurd de bibin alîkar. Eren, bal kişand ku mafên kurdan ên herî bingehîn jî tên astengkirin û got ku çareseriya pirsgirêka kurd wê bibe qonaxeke veguherînê ya ku dê tevahiya Tirkiyeyê biafirîne. Eren got, “Ev çareserî ancax bi makeqanûneke nû û guhertinên qanûnî yên berfireh pêkan e pêktê.”
Xala Pêşgotin a Destûra Bingehîn û Girîngiya Perwerdehiya Bi Zimanê Dayikê
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku girankirina pêşgotina makeqanûnê ya li ser yek neteweyê, li dijî pêkhatina pirzimanî, pirçandî û pirneteweyî ya Tirkiyeyê ye. Eren, anî ziman ku ev rewş li pêşiya aştiya civakî asteng e, Eren destnîşan kir ku divê xalên destpêkê ji bo ku vê rastiyê nîşan bidin bên guhertin. Her wiha diyar kir ku bi destûra bingehîn misogerkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî dê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gaveke girîng be.
Divê xala 66. a Destûra Bingehîn bê guhertin
Eren destnîşan kir ku divê xala 66’an a makeqanûnê ya ku pênaseya hemwelatîbûnê dihewîne jî bê guhertin. Eren, anî ziman ku pênaseya heyî dibe sedema parçebûna etnîkî, Eren pêşniyar kir ku rêziknameyeke ku têde zêdetir be û her kes xwe di nava vê pênaseyê de bibîne bê çêkirin.
Eren anî ziman ku piştî raporê bidin hemû partiyên siyasî ew ê serdanan jî bikin.
Di raporê de guhertinên ku di tevahiya Destûra Bingehîn de tên pêşniyarkirin wiha ne: “Di hemû Destûra Bingehîn de, pêşgotin jî di nav de, giraniya li ser nasnameya etnîkî ya Tirk serdest e. Ev giranî li ser peyvên “welat û miletê tirk”, “dewleta mezin a tirk”, “neteweya tirk”, “civaka tirk”, “her tirk”, “welatiyê tirk”, “zimanê tirk”, “kultura tirk”, ku gelek caran di nivîsê de tê dubarekirin, xwe bi îfadeyên wek “dîroka tirkan” dide der. Ev ziman bi pêkhateya piralî ya civaka Tirkiyeyê re ku ji mirovên ji pêkhateyên cuda yên etnîkî pêk tê re li hev nayê. Ji bo vê jî divê di Destûra Bingehîn a nû ya ku were amadekirin de ev û bi vî rengî behsa ti nasnameya etnîkî neyê kirin. “Di gelek xalên Destûra Bingehîn de û di zagonên cuda de divê gotina “neteweya tirk” bi gotina “welatiyên Komara Tirkiyê” bê guhertin.