Civak

Rapor: Polîsan di 17 salan de 451 kes kujtin

Hejmara herî zêde li Kurdistanê ye.

Li gor daneyên Weqfa Baran Tursun, di 17 salên dawî de, zarok jî di nav de, piranî li parêzgehên Kurdan 451 kes ji alî polîsên Tirk ve hatine kujtin.

Serokê Weqfê Mehmet Tursun got ku kujtin li parêzgehên Kurdan pêk tên.

Li gor daneyên dawî yên ku ji aliyê Weqfa Baran Tursun ve hatin ragihandin, ji sala 2007an heta 6 mehên destpêkê yên sala 2024an 451 sivîl, ku di nav de zarok jî hene, ji aliyê polîsan ve hatine qetilkirin. Li gor daneyan nîvê kesên ku hatine kujtin zarok û ciwan in. 223 kesên ku temenê wan di navbera 0-25an de ne bi guleyên polîsan, bi wesayîta polîsan an jî bi bombeyên gazê hatine qetilkirin. Kujtina herî zêde li Şirnexê ye Şirnex bi 68 kesan cihê ku herî zêde kujtin lê çêbûye. Piştî Şirnexê bi 54 kujtinan Stenbol, bi 34 kujtinan Diyarbekir, bi 21 kujtinan Mêrdîn û bi 19 kujtinan Îzmîr tên. Li gor daneyan ji 98 zarokan 90 zarok li parêzgehên Kurdistanê hatine qetilkirin.

Serokê Weqfê Mehmet Tursun da zanîn ku li gelek welatên cîhanê ji aliyê polîsan ve qetilkirina sivîlan bûye sedema Rewşa Awarte, îstifakirina wezîran û grevên giştî û got: “Li Tirkiyê ev kujtin wek rastî tên dîtin. Dozên ku di derbarê kiryaran de hatin vekirin, bi 1-2 sal cezayê girtîgehê an jî 100-2 hezar TL cezayê pereyan ên sembolîk hatin girtin. Polîsê ku kurê min Baran qetil kir jî 2 sal ceza hat dayîn”.

‘Dijminatiya Kurdan’

Serokê Weqfê Mehmet Tursun  bal kişand ser rêjeya kujtina zêde ya li parêzgehên Kurdan û got:

“Ji wan 451 kesên ku hatine kujtin, 290 kes li parêzgehên Kurdistanê ne û 161 kes jî li parêzgehên rojava ne. Di nav wan de 98 zarok ji aliyê polîsan ve hatine kujtin. Ji 98 zarokan 90 kes li erdnîgariya Kurdistanê ne. Sedema rêjeya bilind a li parêzgehên Kurdan bi nêrîna dewletê û erdnîgariyê ve girêdayî ye. Zarokên ku bi dijminatiya Kurdan mezin dibin, dibin polîs û dema ku li parêzgehên Kurdan tên tayînkirin. Bi refleksa dij-Kurdî ya ku li dibistanên xwe, ji alî mezinên xwe û derdora xwe dibînin, mirovan dikujin û şidetê dikin. Sedema sereke ya bilindbûna rêjeyên li parêzgehên Kurdî, dijminatiya li hember Kurdan e ku di zarokatiyê de hatiye çandin. Ev jî polîtîka dewletê ye. Di encama polîtîka dewletê ya li dijî Kurdan de, polîs xwedî desthilatdariya kujtin û zilmê ye. Ew dikare her cûre sûcên neqanûnî bike. Ji ber ku dewlet û mekanîzma paraztinê li pişt wan heye”.

Back to top button