Polîtîk
Ramanli pîrozbahî li namzeta DEMê kir
Namzetê Serokê Bajêra Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli, serketina endam û namzeta DEMê Gulîstan Sonuk pîroz kir.
HUDA PARê ji bo Gulîstan Sonuk a ku bi sedî 64ê dengan wek şaredara Êlihê hat hilbijartin, peyama pîrozbahiyê şand. Hevrikê wê yê Êlihê Namzetê HUDA PARê Serkan Ramanli di peyama xwe ys medya civakî de pîrozbahî li Sonukê kir. ‘Me serkeftin bi dest xist’
Ramanli ev daxuyanî da:
“Encamên hilbijartinê ji bo tevahiya welatê me bi fêde bû. Ez Partiya DEM û Hevşaredar Xanim Gulistan Sönük ji ber serkeftina hilbijartina Êlihê pîroz dikim. Me li piraniya herêmên xwe dengên xwe zêde kirin û ji bo xwe serkeftin bi dest xistin. Di vê hilbijartinê de gelê me peyamên girîng dan partiyên siyasî. Divê her kes para xwe ji vê peyamê bigire”.