Cîhan

”Rabin û runin, spas ji CHPê re bikin”

Çewa ku tê zanîn, du rojnamevanên Tirk sê meh berê ketibûn destên hêzên Rejîma Sûriyê û çu xeber ji wan nedihate wergirtin. Lê piştre serokê giştî yê Partiya Gel a Ataturk (CHP) Kemal Kiliçdaroglu yê kurdnijadê Elewî herweha dostê Beşar Esedê axretê, çewa têkilî bi Beşer Esed re danî ew du rojmanevan hatin serbestkirin û niha li welatê xwe ne.

Li ser berdana wan du rojnamevanan berdevkê partiya AKPê Huseyn Çelik daxuyaniyek da û got ku ”serbestkirina wan du rojnamevanan û ku teslîmê CHPê kirine, watedar e.”

Ev yeka hanê dide xuyakirin ku Beşer Esed û Kemal Kiliçdaroglu çiqas nêzê hevûdu ne.

Piştre dîsa serokê Giştî yê CHPê got: ”Hema rabin, runin û spas ji me re bikin.”

 
Rojeva Kurd

Back to top button