Qonaxa duyem a danûstandinan dest pê dike
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê Nafih Ebdula, beşdarî bultena nûçeyan a Rûdawê bû û behsa danûstandinên di navbera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) kir.
Nafih Ebdulla got ku diyaloga di navbera aliyan de berdewam e û îro wan 2 şandên nû hilbijartin ji bo berdewamkirina guftugoyan û got, “7 ji aliyê ENKS û 7 ji aliyê PYD û partiyên bi ser ve, di nêzîk de qonaxa duyem dê dest pê dike.”
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê got ku ENKS 2 endam li şanda danûstendinan zêde kirin û PYD jî 2 guhertin û 2 zêde kirin.
Derbarê sedema cihnegirtina hejmarek ji partiyan, taybet jî partiya Pêşverû di nav wan danûstandinan de, Nafih Ebdula got, “Pirsgirêka me li gel Pêşverû nîne, pirsgirêk li gel PYD hene û me xwest pêşiyê van pirsgirêkan çareser bikin û paşê ew partiyên din jî tevlî danûstandinan bibin. Dema meseleyên îdarî, leşkerî, aborî çareser bûn, wê demê em dikarin van partiyên din jî bibînin û tevlî danûstandinan bibin. Ev çarenivîsa miletekê ye, nabe partiyek an du partî çarenivîsa miletekê diyar bikin. Em dixwazin hemû partiyên Kurdî li Sûriyê, werin û berpirs bin di pêşeroja Kurdistana Sûriyê de.”
Nafih Ebdula tekez jî kir ku heta niha danûstandinên di navbera aliyan de gelek baş birêve diçin û mijareke wisa rû nedaye ku bibe asteng û got, “em bi hêvî ne ku miletê me jî şiyar be li ser ragihandinên xerab ku li dijî yekhelwestî û yekrêziyê disekinin. Ji ber ku îro qonaxek gelek hestyar e. Eger em Kurd nebin yek em dê tûşî tiştên nebaş bibin, ji ber wê yekê em hemû hewl didin ku bikarin vê însiyatîfê bibin serî.”
Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê, derbarê rola Amerîka û Fransayê di danûstaninên di navbera aliyên Kurdî de got, “Amerîkî di danûstandinan de amade dibin, Fransî jî ji dûr piştevan in û helwesta xwe jî diyar dikin ku bi yekrêziya Kurdan re ne.”
Nafih Ebdula behsa helwesta Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî dike û dibêje, “Ew hîn berdewam in û çi pêşniyarên me hebin em digihîninê û ew jî digihîne aliyê din, em spasiya wî dikin, gelek alîkar e. Em bi hêvî ne berdewam be heta ev însiyatîf cî bigire û yekrêzî here serî.”
Herwiha Nafih Ebdula diyar kir ku ew li ser pirsa siyasî gihiştine rêkeftinê û ragihand ku gotûbêjên wan li ser meseleyên leşkerî, aborî û rêvebirinê berdewam in.