Qezaya teleferîkê: Kesek mir, 184 kes di hewayê de asê man
Li navçeya Konyaaltî ya Antalyayê di encama ketina kabîna teleferîkê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 jê zarok 7 kes jî birîndar bûn. Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Şaredarê Bajarê Mezin ê Antalyayê Muhittin Bocek diyar kirin ku ji ber rawestana xetê bi tevahî 184 kes di 25 kabineyan de asê mane.
Li gor agahiyan ji stûnên Tesîsa Teleferîkê ya Tûnektepe ya girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê ku ji ber betlaneya Remezanê mijûl bû ji ber sedemeke ku nayê zanîn ket xwarê. 8 kesên di kabîna ku piştî li stûna wergeriyayî ji hev qetiyan ê ketin.
Li ser îxbara gelê derdorê, tîmên agirkuj, polîs, tenduristî û rizgarkirinê sewqî herêmê kirin. Ji bo xilaskirina kesên asê mayîn timên taybet kar dikin.
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: “Dema AFAD û ekîbên îtfaiyeyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê xebatên xilaskirinê didomandin, helîkoptera me ya Ewlehiya Peravê 5 kesên di vagonê de asê mabûn xilaskirin; jxebata xilaskirina kesşn asş mayîn berdewam e.