Polîtîk

Qazidan nameya Qendil gihandin MITê

Li Gora nûçeya Rojnemevan Namik Durukan di Miliyetê de hatî weşandin, naveroka nameya  Qendîlê ji bo Ocalan rêkirî eşkere bû.

Wek tê zanîn nameya Ocalan ji bo Qendîlê rêkirî ji aliyê berpirsên MITê ve teslîmê BDPê kirin.Ji BDPê Selehattin Demirtaş û Sirri Sureya nama Ocalan gihandin Qendîlê.

Piştî desthilatdariya Qendîlê nama Ocalan nirxand. Bangî Demirtaş û Sureya kirin û nameya ji Ocalan re nivîsandîn teslîmê wan kirin. Ew jî vê nameyê li Enqere teslîmê MITê dikin û MIT nameyê dide Ocalan.

Dixweyê Karayilan û Sabrî Ok dixwazin daxwaziyên Ocalan pêkbînin û çewe Ocalan dixwaze xwe vekişînin. Lê Cemil Bayik, Duran Kalkan û Mustafa Karasu cuda difikirin. Herweha ew dixwazin ku tawîzê nedin hukumetê û ji bo vekişandinê jî demanê ji hukumetê dixwazin.

 

Back to top button