Civak

Qamiṣlo îro brîndare.

Qamiṣlo di roja 27.07.2016 deQamiṣlo, bajarek ji bajarê Kurdistanê. Taybetîya vî bajarê ṣêrîn ewe kû li ser sînorê du beṣên welatê xwe ye. Qamislo cihekî xwe ya taybet heye di dilê piranîya welatparêzên Kurdistanê de.Runiṣtvanên Qamiṣlo bi kesayet, siyasetmedar û bi ṣêweyek giṣtî bi xelkê xwe ve alîkarîya xebata welatparêzî ya her ҫar beṣê Kurdistanê kirîye.Qamiṣlo îro brîndare.Qamiṣlo îro bûye armanca êrîṣa hovane ya DAIS ê. DAIṢ ê li Qamislo, li dij xelkê sivîl, xelkê Kurdistanê carek din qatlîamek pêkanîye û hovîtîya xwe tekrar kirîye.Hejmarek zêde ji xelkê Qamislô hatîye ṣehîdkirin û bi sedan xelk brîndar bûne.Bi bûyera Qamislo re, dilê her kurdekî welatparêz brîndar bûye.Pêwistîya xelkê Qamislo bi yarmetîya hemî kurda û merivê xwedî vijdan heye.PDK-Bakur vê êrîṣa hovane ku li dijî Qamiṣlo´ya Kurdistanê hatîye kirin, rûreṣ dikê û dijatîya xwe bi tundî dide xuyakirin.Bila xelkê Qamiṣlo û gelê Kurdistanê sax bê. Gora ṣehîdên Qamislo behiṣt bê û bi hêvîya ku brindar di demek nêz de bi saxî vegerin nav xelkê xwe.PDK-Bakur bang dikê ku hemî ṣêweyê yarmetîyê werin bicihkirin bo xelkê Qamislo. Di heman wext de helwesta Herêma Baṣurê Kurdistan ê û yarmetîya wê bilind dinirxînê.27.07.2016PDK-BAKURPARTÎYA DEMOKRAT A KURDISTANÊ-BAKUR

Back to top button