Polîtîk

PYD xebatên PDKS asteng dike

Asayişa Rojavayê Kurdistanê ku tê naskirin wek Asayişa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) rê li ber sîmenarekê ku Partiya Demokrata Kurdistanê-Sûriya (PDK-S) di xwest wê bi boneya Şoreşa Eylûlê lidarxe girt. Hejmarek ji hevalên PDK-Sê jî hatin destgîr kirin.Encûmena Xweceyî ya PDK-S ê ya nahiyeya Raco ser bi herêma Efrînê ve li Rojavayê Kurdistanê Îro 9 Eylûlê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye: “Asayişa PYDê derdora gundê “Şêx Bîlal” ser bi nahiyeya Raco ve dorpêç kirin. Piştî ku serkirdeyên PDK-Sê yên ku dixwestin sîminarekê bi boneya Şoreşa Eylûlê bi serokatiya Nemir Mele Mistefa Barzanî, li wî gundî sazbikin.”Daxuyaniyê amaje bi wê yekê kir: “Hêza Asayişa PYDê êrîşî mala hevalê me Mihemed Bîlal kirin. Ku biryar bû simîar li mala wî bihata lidarxistin. Destên wî kelmçe kirin û ew li gel xwe birin.”Herwiha di wê daxuyaniyê de hatiye ku: “Hêza Asayişa PYDê Serkirdeyê PDK-S Ebdulrehman Apo ku wî berpirsiyretiya vê sîminarê li xwe girtibû. Bi şêweyekî ne rewiştî destgîr kirin û piştî du seetan ew serbest berdan.”Daxuyniyê bi tundî ev kiryar şermezar kirin û daxwaz ji hemî hêz û tevgerên Kurdistanî kir ku ew fişarê li PYDê bikin. jibo van kiryarên ne mirovane li dijî PDK-Sê û hevalên wê rawestîne. 

Back to top button