Polîtîk

PYD rê li rewrisma bi xakspartina termê Pêşmergeyeke şehîd digre

Hêzên ewlehiyê yên PYDê rê li kombûna hemwelatiyên ku hatibûn merasîma bi xakspartina Pêşmerge bikin girt. Pêşmergeyê hêzên Pêşmergeyên Kurdistana rojava Mihemed Emîn Ehmed Silo ku temen 23 salî bû, di encama birîna xwe ya giran de ku di şerê dijî rêxistina tund a DAIŞê de li parêzgeha Nînowa birîndar bibû, duh 18.01.2017ê şehîd ket. Kesûkarên şehîd bi armanca bixakspartina meyîtê şehîd Mihemed Emîn Ehmed Silo li gundê Girê Pîrê yê cîhê ku lê dayîkbûye û ser bi bajarokê Çilaxa ya parêzgeha Hesekê ya Kurdistana rojava ye, li deriyê Sêmalka ve gehandin Kurdistana rojava. Piştî derbazbûna meyîtê şehîd Mihemed Emîn bo Kurdistana rojava, hêzên ewlehiyê yên ser bi PYDê hemû rê girtin, ku ber bi deriyê Sêmalka ve diçin, bi armanca rê girtina li hemwelatiyên Kurdistana rojava ku dixwestin beşdarî li merasîma bi xakspartina wî şehîdî de amade bin rê li hemwelatiyan hat girtin. Hêzên Pêşmergeyên rojava ji ciwanên Kurdistana rojava pêkhatiye, ku ji ber şerê navxwe yê Sûriyê û takbûna PYDê penaberbûne Kurdistana başûr û hêzeke Pêşmerge ava kirine. Ew hêza ku hejmara wan Pêşmergeyan pêktê ji 3300 Pêşmergeyên keç û xort, ji aliyê wezareta Pêşmerge ya hikûmeta herêma Kurdistanê ve perwerdeyên leşkerî ji wan re hatiye dayîn û ji destpêka êrîşên rêxistina tund a DAIŞê ve bi awayeke bihêz berevaniyê li Kurdistana başûr dikin û gelek şehîd pêşkeşî axa Kurdistanê kirine.Herman Xalîd/Bas  

Back to top button