Civak

PYD ciwanan bi darê zorê dike çekdar

Asayişa Kantona Cizîrê ku PYDê ve girêdaye dest girtina ciwanên kurd kir.

Li herêma Cizîrê asayîş dest girtina ciwanên temenê wan 18-30 salî kir û heta niha 2000 ciwan hatine girtin. Dê van ciwanan bibin bikin leşker. Li gora agahdariyan heta niha  hatine Çilexe 250, Qamişlo 750, Amûde 200, Girkêleqê 300, Dêrikê 75 û li Hesîşa jî gelek ciwan hatine girtin.

Li ser girtina ciwanan Reveberiya Asayişa Cizîrê daxuyaniyek belav kir û dibêje: Asayîşê dest bi komkirina xortên pêkhata ereb, suriyan û ya Kurd kiriye û niha ew xort di cihekî taybet de ne ji bo pişkinîna pizîşkî ji bo ku bi erkên xwe yên parastinê rabin.

ENSK  di vê derbarê de bi daxuyaniyekî ev helwesta ku PYD ciwanan bi dare zorê dibin û wan rêdikin qada şer şermezar kir. Herweha ENSK dide xuyakirin ku ev helwesta PYDê nahêle nêzikbûn di navbera hêzên siyasî de pêkwerê.

Herweha PDK-S jî ev helwesta PYDê şermezar kir.

Ji aliyek din rejima Suri jî ciwanên temenê wan 18-40 salî digre û bi dare zorê rêdike leşkeriyê. Heman demê de ev biryara PYDê balkêşe.

 

Back to top button