Cîhan

Putîn zêdetirî % 80 deng wergirtin û ji nûve wek serokê Rusyayê hat hilbijartin

Li gor daxuyaniya Komîsyona Navendî ya Hilbijartinê ya Rûsyayê, hilbijartina serokomariyê ya 3 rojan bi girtina sindoqan di demjimêr21:00an da bi demnimêra  Moskovayê bi dawî bû.

Hilbijartinên ku li zêdetirî 80 herêman li seranserê welêt hatin kirin, hem li ser sindoqan hem jî ji dûr ve bi elektronîk hetinpêkanîn.

Serokê niha Vladimîr Pûtîn di hilbijartinan de bi ser ket û li gorî encamên ewil rêjeya beşdariyê ji sedî 74 bû û ji sedî 87,8 ê dengan girt.

Wek din Nîkolay Xaritonov ji Partiya Komunîst ji sedî 4,7, ji Partiya Gel a Nû Vladîslav Davankov ji sedî 3,6 û ji Partiya Lîberal Demokrat Leonid Slutskiy ji sedî 2,5 deng stendiye. Ji sedî 1,4ê dengan hatin betalkirin.

Seroka Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Rûsyayê Ella Pamfilova got ku hilbijartin baş derbas bûn.

Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya Navendî ji sedî 27,28 jimartina sindoqan vekirî ye, Pûtîn ji sedî 87,8, Harîtonov ji sedî 3,89, Davankov ji sedî 3,79 û Slutskiy ji sedî 2,97 dengan stendiye.

Back to top button