Putîn û nûnerê taybet ê Trump li Moskoyê dicivin
Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Rûsyayê, îro 11ê Nîsanê dicivin.
Pêgeha “Axios” belav kir; Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump, Steve Witkoff, roja Înê diçe Rûsyayê û bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re dicive.
Ev duyemîn civîna di navbera wan de ye, mijarên sereke yê hevdîtinê jî, agirbesta li Ukraynayê û berdana hejmarek girtiyên Amerîkî li Rûsyayê bi tohmetên curbicur in.
Pêgeha “Axios” amaje bi wê yekê jî kir, eger agirbestek di navbera her du welatan de heta dawiya vê mehê (Nîsana 2025) pêk neyê, dibe ku Trump cezayên zêde li ser Moskoyê bisepîne, çi bi rêya desthilata xwe ya cîbicîkar yan jî daxwaza ji Kongresê bike ku yasayên nû derxîne.
Amerîka di meha borî de li Erebistana Siûdî di navbera Rûsya û Ukraynayê de hevdîtin pêk anîbûn, da ku bigihîjin rêkeftinekê ji bo rawestandina êrîşan li ser saziyên enerjiyê û binesaziyê, ku rê li ber danûstandinên aştiyê yên berfireh veke. Piştre Kyiv erêkirina xwe ji vê yekê re nîşan da, Moskoyê jî bi şert û mercan erê kir. Lêbelê, her du aliyan zû dest bi êrîş û avêtina tometan kirin.