Cîhan

Putîn dîsa zêvir bûye

 

 

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin daxuyaniyeke hişk daye û gelek jî zêvir bûye ku çima kes behsa welatê wî di kirrîna çekan de dike.

Pisporên siyasî dibêjin ku ev daxuyaniya Putin, bersiveke dijwar e ji bo devjeniya Tirkiyê ku behsa çekên Rusyayê kiriye. Putin weha gotiye: ”Em bi kê re bazirganiya çekan dikin, ji bilî Neteweyên Yekbûyî, wekî din kes nikare zextê lim e bike” û weha domandiye: ”Yê ku sînorkirinê ji bo kirrîna çekan datîne, tenê Konseya Ewlekariyê  ya N.Y. ye. Wekî din tu kes nikare ji me re bêje ku em bi kê re û çewa çek dikirin û difiroşin.”

Çewa ku tê zanîn, Rûsya çek difiroşe rejîma Sûriyê. Heftiya bihurî balafireke Sûrî dema ji Moskovayê diçû Şamê, ji aliyê balafirên cengî yên Tirkiyê ve bêgav hiştibûn ku dakeve balafirgeha Enqerê. Di lêgerîna pisporên Tirkiyê de, bûjenên qedexekirî tê de dîtine û dest danîne serê.

 

 

 

Rojeva Kurd/Moskova

 

 

Back to top button