Li Herêma Kurdistanê bi piştîvaniya hêzên navdewletî, pêngavên awakirina dewleta Kurdî li gor şert û mercên ku heyî lez hat dayîn. Bi armanca di sala pêşme da referandûm bê kirin amadekarî û herwaha destnîşan kirina sînor û cîhên ku di şerê DAİŞê de bi xwînê hatine bi destxistin jî wê bikevin nav sînorên wê dewleta ku bê awakirin de Destnîşankirina sînoran Li gor çawkaniyên di asta jor de rayedarekê ji bo Ereba Cedîd axiviye û gotiye; ‘’Li naha de xebatên desnîşankirina sînorên dewleta Kurdistanê destpêkiriye û di wê pirosesê de çend tîmên pispor bi çawdêriya pisporên İngîlîz, Fransî û Amerîkayî dest bi wêne girtina sînoran kirine û di wê çarçovê de xendeqek ji bo sînor wê bê kolan.’’ Li gor heman çawkaniyê 100 kîlometre wekî test hatiye bi wênekirin, ku ji qezaya Xaniqînê we destpê diket û li şaroçkeya Rabîe temam dibe. Tê hêvîkirin ku sînorê Kurdistanê ji 400 kîlometre kêmtir nebe. Herwaha li gor agahiyên bi dest ketine xendeqên ku bên çêkirin jî kûrayî 3 metir û panî jî wê 3 metir be, herwaha bi sîstema elektronîk sînor bê çawdêrkirin. Çawkaniyên PDKê j idi bêjin ku di sala nû de li Herêma Kurdistanê referandoma serxwebûna Kurdistanê wê bê kirin. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civîna dawîde bi rêveberên PDKê re gotiye pêwîste herkesek xwe amade bike ku demek kurt, di nawa salekê de li gel partî û aliyêndin ê Kurdistanê rêkbikevin û bi awayekî hewbeş referandûma awakirina dewleta serbixwe biken. Herwaha Mesûd Barzanî dibêje : ‘’Di her rewşekê de di sala 2016 ê de referandûm pêwîste bê kirin. ‘’ Hat zanîn ku serdana Barzanî ya ji bo Ewrûpa û Amerîka jî ji bo piştîwaniya wê pirosesê bûye. Ji aliyêdin we astengiyên ku heyî jî hatine nîqaşkirin û astengiyên heyî wek şerê DAİŞê, pirsgirêkê aborî, zexta nawxeyî û ya devre û herwaha gelek zehmetî û astengiyên heyî pêwîste li berçaw bên girtin û şert û mercê herî baş bê awakirin. Bas
Pêş
01/07/2025
Serok Nêçîrvan Barzani û Balyozê Fransayê rewşa deverê nirxandin
30/06/2025
Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya li Refîq El Îsawî kir
Têkildar
Balkêş e ?
Close