Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Kîev wê biryarê derbarê îhtimala lidarxistina hevdîtina Serok Pûtîn û Zelensky li Dubayê, di çarçoveya lûtkeya avhewayê ya bê de bide.
Rêvebiriya Amerîkayê îdia kir ku di çarçoveya lûtkeya avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî “COP28” ya ku bi mazûvaniya Îmaratê tê lidarxistin de biryara li ser îhtimala hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê Ûkraynayê Vladîmîr Zelenskî dê ji aliyê Kîevê ve bê girtin.
Matthew Miller
Li gorî Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller, aliyê Ukraynayê ji bo danûstandinên ligel Moskowê amade ye.
Miller di civîneke çapemeniyê de got, “Ji bo her hevdîtinek di navbera Serok Pûtîn û Serok Zelensky de, ez ê bibêjim ku biryara Serok Zelensky e.”
Rojnameya “L’Orient-Le Jour” jî berî niha li ser zarê çavkaniyên dîplomatîk ên ewropî ragihandibû ku “Serokê Îmarata Erebî Şêx Mihemed Bin Zayid Al Nehyan amade ye civînekê di navbera Putin û Zelensky de li ser li kêleka civîna bilind a avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî, ku dê di heyama ji 30ê Mijdarê heya 12ê Kanûna Pêşîn a 2023an de li Dubai were lidarxistin.
Li gorî rojnameya L’Orient-Le Jour, Serokê Îmaratê bi berfirehî li ser vê destpêşxeriya Papa Fransîs axivî, ku “bi dilgermî piştgirî da vê fikrê.” Her wiha diyar kir ku wî fikra xwe pêşkêşî Serokê Amerîkayê Joe Biden kir û wî jî ew erê kir. amadebûna xwe ji bo pêşkêşkirina alîkariyên pêwîst ji bo pêkanîna armancan nîşan da.
Miller red kir ku zelal bike ka înîsiyatîfa navborî ji berê ve hatiye pêşkêş kirin, an gelo Wezareta Derve û Qesra Spî li ser wê gotûbêj dikin, wekî wî got: “Bila Qesra Spî şîrove bike li ser her danûstandinên ku bi serok re çê dibin an na. .”