PKKê teqîna elezizê pêkaniye
Bûyera teqîna xwekujiyê li ber emniyeta Elezize PKKê kiriye. HPGê daxuyaniyek di ANFê de belav kiriye û ev teqîn girtiye ser mikê xwe.HPG di daxuyaniya xwe de dibêje ji bo siyaseta tecrîtê ev çalakiya xwekuiyê pêkanîne. Herweha navê kesê xwekuj jî dide. HPG dibêje: Hevalê me Çekdar danê sibehê saet 09.10’an bi wesayîteke bombebarkirî ket hewşa avahiya Emniyetê, çalakiya xwe ya mezin li dar xist û avahiya emniyetê hilweşand. Di encama çalakiyê de 140 wesayîtên aîdî emniyetê, 6 wesayîtên zirxî û 12 otobusên polîsan şewitîne û teqiyane. Pêşiya avahiya emniyetê ku 5 qatî ye, piranî hilweşiya, beşên din ên avahiyê jî di astek mezin de texrîb bûne.Di encama çalakiyê de li gor agahiyên hatin bidestxistin, 105 polîs mirin ku zêdetirî 40 sîxurên taybet ên girêdayî Serokwezîrtiyê jî tê de ne, 155 polîs jî birîndar bûn. Her wiha, li gor agahiyan ji malbatên polîsan û sivîlên li emniyetê jî birîndar bûne.Lêdi daxuyaniya xwe de HGP behsa kuştiyên sivîl û zerera ku suvîla dîtî nake. Herweha di daxuyaniyê de kesên sivîl jî wek sixûrên polisa dide nasandin.Kesê ku çalakiya xwekujiyê pêkaniye, Kamil Çelebi ye wek Çekdar Mahîr Serbest tê naskirin.