PKK berê xwe da zanyarê civakî Îsmaîl beşîkçî û rexneyê giran li Beşîkçî dike.
Kesek bi nave Yeko Ardil li gora xwe di rojnameya girêdayê PKKê “Ozgur Politika“ yê de nirxandinek li ser başûrê Kurdistanê û helwesta Beşikçî kiriye. Qelemkêşê PKKê di beşek nivîsa xwe de dibêje:
“ Lê hind kes jî ku Îsmaîl Beşîkçî jî di nav wan de ye, bi daxuyanî û kirinên xwe rasterast xwe dikujin. Ew daxuyanî ji bo kesekî ku hinde êş kişandiye, di zindanan de maye û beşek girîng ji temenê xwe di riya têkoşîna zanistê de feda kiriye, şerm û xebînet e.
Li pêş çavên cîhanê hemûyî diyar e ku li Başûr kî êrişê dibe ser kê û kê dewleta Tirk a dagirker li gel hêzên wê yên sîxurî, leşkerî û aborî biriye li ser axa Kurdan bi cih kiriye. Dîsa diyar û eşkere ye ku ew desthilata ku di hevkariya dijminan de xwe bi sînor nake ji salên notî ve çi bi serê Kurdan aniye û tîne. Her wisa di dîrokê de jî li dijî Kurdên Rojhilat, Bakur û Rojava çi sosretî û komkujî kirine, ew jî baş tê zanîn. Lê li gel van rastiyan hemûyan jî û li gel zelaliya êrişên dawî yên li ser qada şervanên azadiyê Beşîkçî dikare mîna hind noker û xwefiroşan êrişê Tevgera Azadiyê bike û bi wê jî nasekine. Beşîkçî di nivîsa xwe ya dawî de rasterast PKK´ê bi hevkariya hêzên weke Heşdî Şabî re tawanbar dike û dibêje, heger PKK desthilata Başûr nas nake û ji wê derê venekişe, divê desthelata Başûr li dijî PKK´ê şerî bide destpêkirin.
Ev ji bo kesekî ku bi îdîaya zanist û zanyariyê radibe şermek e mezin e. Diviyabû Beşîkçî weke Tirkekî dostê Kurdan di vê babetê de bê alî û ji bo avakirina aştiyeke navxweyî bixebitiya. Diviyabû Beşîkçî berdevkiya KDP´ê û ti hêzên siyasî yên Kurdan jî nekira. Diviyabû Beşîkçî weke kesayetiyekî pêbawer ji bo hemû Kurdan li cihekî taybetî bisekiniya. Lê mixabin nivîsa wî ji cewherê ve li dijî şoreşê ye û weke belavoka PARASTIN û MÎT´ê encam dide.
Mixabin Beşîkçî bi daxuyaniya dawî, ket xizmeta şerî û ji aliyê manewiyatê ve xwe kuşt. Ev şer jî tenê bi kêrî dijminan tê.“
Bê guman wek her kesekî û siyasetekî mirov Beşiçî jî rexne dike û hebin kêmasiyên wî jî dibêje. Lê li gora mejiyê PKK nikare Beşîkçî tawanbar bike û wî bike armanca hinek êrîşan.
Raste li gora mejiyên rizî û îdeolojiya PKKê kesên ku, li axa xwe, li netewa xwe û kesayeta xwe xwedî derkeve û ne di bin xizmeta îdeolojiya PKKê de be ew tüneye û xwe kuştiye. Heta PKK dikare wî/wa bikuje. Ev mejiyê PKKê ye ku bi dehan welatparêz bi vî awayî kuştine û bi sedan kes jî di nava refên xwe de ji bo heman zihnîyetê îmha kirine.
PKK tu cara behsa sîxûriya xwe nake. Eger ne ji dewla sere başûrê Kurdistanê bûya niha navê PKKê namaya. PKK başûrê Kurdistanê kiriye zemîna şer û gelek bi zanebûn hewl dide vê destkeftiya dîrokî ku ber bi dewletbûnê ve diçe ji nav bibe. Akilmendên PKKê eger baş guh bidin serokê xwe yê li Îmralî ku çewe Kurdistan û hemû nirxên netewî di qelemekî de firot MIT a Tirkiye û çewe bi dehên cara daye xûyakirin ku, “Amadeye xizmeta Tirkiye bike û nehêle Kurd li başûr bibin xwedî dewlet“ û herweha çewe serokê wan dibêje. “ Dewletbûna başûrê Kurdistanê xencereke di pişta dewletên Ereb de“ dê bi sedemê nivîsa xwe jî tê bigihe. Eger ne dîlê siyaseta tarî be û hindek hijêkirina Kurdistanê û Kurda li gel hebê, dê ji xwe şermê bike.
Lê ji xwe napirse , gelo çi kare wan li başûr heye? Gelo heta niha li bakurê Kurdistanê çend gund, navçe yan jî bajar azad kirine ? Gelo ji bo çi başûr taybetî Silêmaniyê û derdora Silêmaniyê dixwazin weke, Sura Diyarbekir, Cizîr, Şirnex. Geverê û Misêbîne bikin? Lê kesayetek wek Beşîkçî dema rastiyekî beje di cih de êrîşê wî dikin.
Başe demekî Beşîkçî di nava tevgera ku PKKê ve girêdayî (DEHAP,HDP) de cih girt û pişgiriya wan dikira. Beşikçî demekî wesfê PKKê jî dida. Lê hingê êrîşê Beşîkçî nekirin.
Li gor ziynîyeta PKKê heçî ne ji wan be, yan jî dihola wan lê nede xayine û sîxure.
Lê tu cara PKK behsa sîxûriya xwe ya her çar dewletên dagirker nakin.
Nivîskar dibêje : Gerek Beşîkçî bi alî bûya. Kesek li himber xiyanetê nikare bê alî be, yan jî ne xwedî helwest be. Baş tê bigihin ku, hun bi vê rêya ku li ser dimeşîn tene astenga di rêya serxwebûna Kurdistanê de pêktînin. Hun deverna milîsên Şîeyane û xulamê Heşda Şeibîne û çekdarên bi pere yên dijminên Kurdistanê ne.
Hêdî hun bi dezenfarmasyona, bi derewan nikarin vê siyaseta xwefiroş rêve bibin.
19.12.2020
Analîz/Rojevakurd