HPGê baskê leşkerî yê PKKê roja 18/6/2023ê kuştina çekdarekî xwe eşkere kir. Li gora nûçeya Darkamazî, ew şervanê YPGê di sala 2015ê li Çîyayê Xakurkê encama erîşekî artêşa tirk jiyana xwe ji dest dabû. Lê PKK vê yekê piştî 8 sala eşkere dike û malbata kesê jiyana xwe ji destdayî ji nû ve bi mirina kurê xwe dihesin.
Dogan Kiran ji Kurdistana bakur ji bajarê Agriyê ye.
Di bingehê xwe de gelek çekdarên PKKê piştî jiyana xwe dest didin bi salan ji aliyê PKKê ve ji nûve tê eşkerekirin. Ev yek bivê nevê gumanê têxe li ser kuştina van çekdaran.
Gelek malbatên ku, keç û kurên wan li serê çiyane tu tiştekî ji çarenûsê wan nizanin. Ihtimala hinek ji wan eve çend salin hatine kuştin yan jî bi awayekî winda ne. Lê ev yek ne tenê tawaneke ku,PKK dike biçekî qelsiya hinek malbatan jî di vê yekê de heye.