PKKê êrîşê Rûdawê kir
Li Hewlêr a paytextê Kurdistana Başûr, aligirên PKKê ji bo Ocalan li ber avahiya NY kom bûn , dema TIM a tÛdawê dîtin êrîşê wan kirin. Polisa karmendên Rûdawê kirin avahiyê û ew parastin.Li himber vê Rûdawê daxûyaniyek belav kir.Ev ne êrîşa yekem e û nabê ya dawî jî. PKK li tu deverî ji bilî xwe kesekî qebûl nake. Ev yek divê bibe guhar di guhên hinek kes û alîgirên PKKê di nava Medya kurdî de..Rûdaw êrişa alîgirên PKKê li ser tîmeke xwe li Hewlêrê protesto dike Îro beriya nîvro alîgirên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), di dema ku xwepêşandanek li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Hewlêrê pêk dianîn, bi armanca azadkirina birêz Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê li ser wî û protestokirina êrişên Artêşa Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê, di demjimêr 11:40 de dest bi şîdet û tundûtûjiyê kirin û berbendên hêzên polîs şikandin û êriş kirin ser polîsan û di encamê de sê polîsên çalakiyên sivîl birîndar bûn û herwiha êrişî tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji bo rûmalkirina xwepêşandanê çûbû wir jî kirin.Di encama vê êrişê de, eziyet gihîşt peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê Kurdistan Hesen û kameramanê Tora Medyayî ya Rûdawê Cêgir Umer. Herwiha beriya ku dest bi şîdet û tundûtûjiya xwe bikin jî, alîgirên PKKê gef li tîma Rûdawê kiribûn.Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vê tundûtûjî û destdirêjiya li hember tîma Tora Medyayî ya Rûdawê protesto dike û berpirsiyariya yasayî ya vê şîdet û destdirêjiyê dixe stûyê rêkxerên wê xwepêşandanê. Herwiha careke din daxwazê ji serkirdatiya PKKê dike ku dawî li handan û biryarên xwe yên qedexekar li hember Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din yên di bin desthilata PKKê de bîne, çimkî dijatîkirina azadiya rojnamevanî bi her hawî li dijî hîm û binemayên demokrasî û dirûşmên tevgera azadî û rizgariya Kurdistanê ye.Tora Medyayî ya Rûdawê07.02.2016